1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Jina perwerdekirî dikare xwe û civakê birêve bibe"
"Jina perwerdekirî dikare xwe û civakê birêve bibe","jina,perwerdekirî,dikare,xwe,û,civakê,birêve,bibe"

"Jina perwerdekirî dikare xwe û civakê birêve bibe"

Nagihan Akarsel: Jina perwerdekirî dikare xwe û civakê birêve bibe

A+ A-

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, xwediyê fikrek kûr bû li ser azadiya jin û giringiya azadiya jinê. Ji bona wê di hemû axaftin û hevpeyvînên xwe de vê rastiyê derxistiye. Li gorî wê, “Ger jinek xwedî fikra azad be, dikare di derbarê jinbûna xwe de di berjewendiyê civakê û pêşerojê de biryarê bide. Ger jinek xwe perwerde bike, ew jin dikare xwe bi rêve bibe, dikare civakê bi rêve bibe û pirsgirêkên civakê çareser bike.”

Endama Akademiya Jineolojî û Edîtora Govara Jineolojî Nagihan Akarsel di roja 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê di encama êrişa MÎT’a Tirk û hevkarên wê de şehîd ket.

Akarsel ji beriya şehîd bikeve, di hevpeyvînek li gel Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA)’yê de behsa giringiya azadiya jinê kiribû.

‘Ger jin xwedî fikra azad be, dikare di berjewendiya civakê de biryar bide’

Akarsel di wê hevpeyvîna xwe de li ser pêşxistina fikrê jinê û şiyarbûna jinê wiha gotibû; “Ger jinek xwedî fikra azad be, dikare di derbarê jinbûna xwe de di berjewendiyê civakê û pêşerojê de biryarê bide. Ger jinek xwe perwerde bike, ew jin dikare xwe bi rêve bibe, dikare civakê bi rêve bibe û pirsgirêkên civakê çareser bike. Ji bo wê jî dema jin xwedî fikrê azad be wê demê pêwîstî bi rêbaza ku bigihe armanc û rêxistina kar û pilanên xwe heye. Ji bo xwebûn û xwedî biryara jinê, divê di dû xalan de kar were kirin. Ya yekem xwebûna jin, duwem sîstemku divê ev her dû xal bi wekehevî û lez rêvebiçe ye. Li ser asta kesî, hîskirin, westan û karkirin, rêxistinbûn û alîkariya hevdû kirin û guherîna zanyariyan jêre pêwîste. Asta pirsgirêka jinê xweperwerdekirin û negihiştina bi xwenasînê, giringînedana bi hizra rewşenbîrî weke pirtuk, muzîk, film û huner evane sedemên giring ên ji bo pêşketina jinê ye.”

‘Dema jinê xwe nas kir, dikare mêran perwerde bike’

Nagihan Akarsel di derbarê xweperwerdekirina rêxistinan de jî dibêje: “Rêxistinên jinan, sîstema perwerde û perwerdeya malbatê sê navendin ku dikarin jin jê perwerdê bigrin. Divê di malbatê de cûdahiya zayendan nebe da ku bixin di mejiyê zarokan de. Minak dema ku zaroka wan a keç çêdibe bebekek ya pilastik didinê, lê belê dema ku kurê wan çêdibe çekê didin destan. Li ser asta rêxistinan, divê rêxistin bizanin çi divê û dixwazin çibikin. Pêwîste vê pirsyarê ji xwe bikin. Divê li beramberî vê desthilata ku jinê dikuje helwestek çawan danîn. Divê bi taybet di ragihandinê de rê li beramberî zayendperestiyê bigrin. Perwerdeya rêxistinan û hemahengî gelek giringe, lê belê têkoşîn rê û çareseriya xwe heye. Divê rêxistin kar bikin pêngava sereke divê jinê perwerde bikin, destpêkê jin divê xwe nas bike piştre jî dikare mêran perwerde bike. Ji bo jin jî bibe xwedî îrade divê di hemû qonxan de perwerdeya ruh, fikrê azad û bê tirsiyê bigre.”

‘Divê jin li nasnameya xwe xwedî derkevin’

Nagihan Akarsel di derbarê giringiya biryardana xwebûna jinê de jî wiha dibêje: “Divê hertim jin li nasname ya xwe xwedî derkevin û her biryar di destê jinê de be. Biryar divê ne tenê di berjewendiyê partî, siyaset, aborî û her aliyekê din de be, divê biryar di berjewendiya hemwelatî, civak û berjewendiyek ji bo dahata gelan de be. Dema ku jin xwedî biryar be, li ser berjewendiya civak, kes, dahat, demokrasî, xweza û jiyanê biryarê dide. Fikra zilamsalarî tenê biryarê li ser bingehê berjewendiyên kes û bidestanîna madî dide.”

(kş) rojnews